SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr derheqa piştgirîya hindava mafên jina îzbat kirîye

Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî kabîneya wî piştgirîya mafên  jina, berfirehkirina mecalên wan û qewînkirina tabîya wane nava hukumatêda îzbat dike.

“Hukumata Herêma Kurdistanê li ser wê yekê dixebite ku pêşerojêda halê jinê û rola wê nava hukumatêda qewînbe”,- serokwezîr wextê axaftina xwe daye dîyarkirinê. “Minê bixwesta ev mecal bida xebatê bona ku jinên Kurdistanê bidime bawarkirinê, wekî ezê her dem mafê wanî heq biparêzim û piştgirîyê bidimê”,- Mesrûr Barzanî gotîye.

Wextê axaftina xwe, serokwezîr usa jî derheqa nehîya Îraqêye Şengalêda xeberdaye.Ewî bangî hemû alîya kirîye ku piştgirîyê bidin mîyaserkirina peymana Şengalê, bona ku mecalê bidine wan meriva, ku ew paşda vegerine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button