H’emû nûçeSereke

Girêdayî pêvajoya îzbatkirina statûta Romayêva Yêrêvanê ji Moskvayê pêşnîyar stendine

Yêrêvana fermî îzbat dike wekî girêdayî îzbatkirina qanûndarîya Romayêva, ji alîyê Rûsîyayêda pêşnîyar stendine.

Wezîreta karên der daye dîyarkirinê, wekî Yêrêvanê bersiva wan pêşnîyara daye. Feqet wezîreta karên der nade zelalkirinê, ku gilî derheqa kîjan pêşnîyaradane.

Çawa bersiva pirsa “Aza” ê, ji wezîreta karên der tenê vî cûreyî dane dîyarkirinê: “Girêdayî îzbatkirina qanûndarîya Romayêva, nava hemtêksta pêşnîyarên ji alîyê Rûsîyayêda kirî, alîyê Ermenîstanê bi pêşnîyara morkirina peymana dualî pêşda hatîye, ya ku dikare xemgînîyên Rûsîyayê bide milahîmkirinê, derheqa kîjanêda ji alîyê Rûsîyayêda bersiva nivîsar nehatîye raberkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button