H’emû nûçeSereke
Îzbatbûna aşîtîya qewîn li Qafqasîya Başûr armanceke Yekîtîya Avropayêye hîmlîye:Vasîlîs Maragos

Îzbatbûna aşîtîya qewîn li Qafqasîya Başûr armanceke Yekîtîya Avropayêye hîmlîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos gotîye.
“Destpêka cotmehêda nava çarçoveya civîna li Granadayê, Yekîtîya Avropayê careke mayîn êrîşa Adirbêcanêye dijî ermenîyên Qerebaxê şermezar kirîye û derheqa qedirgirtina serbixwetîya Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye dîyarkirinê. Niha hewcetîyên hûmanîtarî, yên ji sed hezarî zêdetir binelîyên Qerebaxê merkeza guhdarîyêdanin, yên ku li Ermenîstanêne”,- ewî gotîye.







