H’emû nûçeSereke
Mihêr Grîgoryan wextê hevdîtina tevî Fûkûşîma Masanorî derheqa girîngîya pêşkeftina pêwandîyên dostîyêda daye dîyarkirinê

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan rastî baylozê Yaponîyayêyî li Ermenîstanê Fûkûşîma Masanorî hatîye, yê ku mîsîya xweye dîplomatî li Ermenîstanê ser hevda anîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî destpêka hevdîtinê Mihêr Grîgoryan derheqa girîngîya pêşkeftina pêwandîyên dualî daye dîyarkirinê û bona xebata kirî razalixî elamî bayloz kirîye, açixî bo wî xwestine.
Cîgirê serokwezîr derheqa hewcetîyên ji sed hezarî zêdetir penaberên ji Qerebaxê raber kirine, yên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê, bona piştgirîyê razalixî elamî Yaponîyayê kirîye.
Mecalên pêşxistina pêwandîyên êkonomîkîye di navbera herdu welatada hatine gotûbêjkirinê.







