Li gorî înformasîyayên organîzeya mafparêz SOHR ê, nava herdu rojên dawîda dîsa 200 penaberên ji Sûrîyayê bi destê zorê derxistine berbi nehîyên Helebê.
Hatîye ragîhandinê,wekî 200 meriv bi çar otobûsa cîguhastî Cereblûsê kirine. Hemû înformasîyayên derheqa wanda hatine hildanê, bona ku ew careke mayîn paşda venegerin. Ev prose berdewam dibe, wextê kîjanê penaberên ji Sûrîyayê ji Tirkîyayê derdixin û paşda dişînine Sûrîyayê.