Behsên derheqa armanca êrîşa ser Ermenîstanê diqewime bona rastkirina atmosifêrayêne: pêşezan
Elametîya înstîtûta Lêmkîn, ya pêşîgirtina komkujîya, van roja nava elametîyên xweda gotîye, wekî diqewime zûtirekê Adirbêcan êrîşê bibe ser Ermenîstanê.Rûyê wê yekêda gelek lêkolîn hatine pêkanînê. Bi vê têmayê wekîlê dêpartamênta Ştatên Yekbûyî gotîye, wekî Waşîngton piştgirîyê dide serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya têrîtorîyayên wê, pêra jî îzbat kirîye, wekî teribandina wê serbixwetîyê û yekîtîya têrîtorîya dikare encamên mezin pêşda bîne.
Pêşezanên ermenî difikirin, wekî pêşerojêda diqewime ji alîyê Adirbêcanêda agrêsîya hebe, lê xeberdana derheqa wê yekêda, ku nava roj û hevtîyên nêzîkda ew çawa elametî hesab dikin. Gelek pêşezan dibêjin wekî wan elametîya bi meremê pêhesandina atmosifêrayên li wan welata belav dikin. Derheqa wê yekêda Hrant Mîkayêlyanê sîyasîzan gotîye.







