H’emû nûçeSereke

Ez gelekî kêfxweşim ku em zêdetir tevlîbûna Almanyayê li herêma xwe dibînin: Paşînyan Bêrbokêra

Serokwezîr Nîkol Paşînyan  dêlêgasîy bi serokatîya wezîra Almanîyayêye karên der Analêna Bêrbokê  qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji  çapemenîya  huköqumatê  ragîhandine.Serokwezîr Paşînyan dîyar kir: “ Birêz wezîra hêja, ez bi xêrhatina We û dêlêgasîya We li Komara Ermenîstanê  silav dikim, ez gelekî kêfxweşim ji ber vê derfetê. Hûn zanin ku em giringîyeke mezin didin peywendîyên xwe yên dualî tevî  Almanyayê, ku ne tenê ji alîyê pêwendîyên me yên dualî ve, lê ji alîyê berfirehtirva.

Ez gelek kêfxweşim ku em zêdetir tevlîbûna Almanyayê li herêma xwe dibînin, herwiha dînamîkeke nû  nava têkilîyên me de heye. Bi dîtina min serdana We baştir îfadeya wê yekê ye û ez piştrast im ku îro dê derfetek rast bi me re hebe ku em li ser gelek mijarên girêdayî peywendîyên xwe gotûbêj bikin”. Sirîya xweda, Analêna Bêrboke got: “Birêz serokwezîr, sipas ji bo pêşwazîkirina we. Ev jî ji bo me pir girînge.

Bawerim  civîneke girîng li wezîreta  Karen der hebû, îro jî min serdana şanda We ya aştîparêzîyê kir, min behsa hevkarîya di navbera hêzên çekdar yên Ermenîstanê û Almanyayê kir, ku ev yek nîşaneke girîng ya hevkarîya me ya nêzîk e. Em vê rastîyê bilind qîmet dikin ku di van demên dijwar de, dema ku ji bo parzemîna  Avropayê pir girîng e ku em bi hev re bixebitin, derfeta me heye ku em ramanên weha kûr bi hukumeta We re biguherînin”.

Herdu alîya tekezî li ser cîbicîkirina pêngavên berdewam ji bo pêşdabirin û bihêzkirina peywendîyên aborî di navbera Ermenîstanê û Almanyayê de kirin. Bi taybetî, li ser derfetên berfirehkirina hevkarîyê di warê ênêrjîyê û alîyên din de nêrîn hatin danûstandin. Nîkol Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku hukumeta Komara Ermenîstanê bi berfirehkirina sermayeya Almanyayê di bazara Ermenîstanê de eleqedare.

Behsa sirgûnkirina bi destê zorê ya zêdetir ji 100 hezar hemwelatîyên me ji Qerebaxa Çîya di encama sîyaseta paqijîya êtnîkî ya Adirbêcanê û rewşa mirovî ya çêkirî de û herwiha gavên ku hukumeta Ermenîstanê ji bo derbazkirina wê avêtine, hat kirin. Di civînê de bal hat kişandin ser piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî. Analêna Bêrbokê got ku Almanya plan dike ku alîkarîya însanî ya ji 9 mîlyon yêvroyî zêdetir bide Ermenîstanê.

Li ser hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û berfirehkirina wê zêdetir fikir hatin  pevguhartin. Analêna Bêrbokê da da kifşê ku hukumeta Almanyaye û Yektîya Avropayê ji bo pêşdabirina rojeva rêformên dêmokratîk amade ne ku alîkarîya pêwîst bidin hukumeta Ermenîstanê. Mijarên girêdayî pêvajoya asayîkirina têkilîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Paşînyan bal kişand ser alîkarîya şexsî ya Almanîyaye û serokwezîr Olaf Şols ji bo pêvajoya aştîyê. Girîngîya prênsîpên ku di daxuyanîya çaralî ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokkomarê Fransîyayê, serokwezîra Almanyayê û serokê konseya Avropayê  di derbarê sererastkirina têkilîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê de cîh digirin, hate destnîşankirin. Di çarçoveya bihêzkirina aştî û aramîya navçeyê de, herdu alîyan jî tekezî li ser giringîya çalakîyên şanda çavdêrîya Yekîtiya Avropayê li Ermenîstanê kirin.Di hevdîtinê de li ser mijarên din yên girîng yên herêmê jî axaftin hatin kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button