H’emû nûçeSereke

Mînaka xerîta leşkerî yeke, lê mecala Ermenîstanê û Adirbêcanê heye ku wê xerîtê bidine xebatê: Hakob Arşakyan

Hevdîtina li Granadayê û nehatina Elîyêv nîşana baş nîne û rêzolyûsîyayên ji alîyê Avropayêda qebûlkirî bona wê yekê bûn, ku  tehsîr bikirana. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye rojnamevana.

Bi gotina wî, wextê hevdîtinên navneteweyî Ermenîstan çend prînsîpa dide bilindkirinê, ji kîjana ya here girîng naskirina axa herdu alîyaye: “Hûn zanin wekî me bi hejmara ew ax daye dîyarkirinê, bona ku şirovekirinên cûre-cûre pêşda neyên. Wextê axaftinên dora sivirê, ew femdarî heye”,-Arşakyan gotîye.

Çawa şirovekirina wê yekê, wekî Nîkol Paşînyan elam kirîye ku  prînsîpên sereke bi hevra qayîlkirîne, Arşakyan gotîye ku heger usaye, bona çi hevdîtin pêk nayê.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo li cem Ermenîstanê xerîtên leşkerî, yên Sovyêta berê hene, yan na, li ser hîmê kîjana gerekê pêvajoya dîyarkirina sînora bê mîyaserkirinê, çimkî dibêjin wekî tenê li Rûsîyayê ew xerîte hene, cîgirê serokê parlamêntê gotîye: “Orîcînala wê xerîtê bi rastî yeke û orîcînal nikare li cem hemûya hebe, lê ew xerîte li cem Ermenîstanê jî  heye, usa jî mecala nasîyaxwedayînê heye.Ew yek him li cem  Ermenîstanê û him jî li cem Adirbêcanê heye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button