Niha ji alîyê guhartina belavkirina elametîyada jî cîleqandina baş heye, lê halê sertî li herêmê hê maye: Hakob Arşakyan

Niha li ser sînorê Ermenîstanê berevbûn tunene. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê serokê parlamêntê Hakob Arşakyan gotîye.
“Gerekê bidine kifşê, wekî van dawîya ji alîyê guhartina tabîya nava belavkirina elametîyada cîleqandinên baş hene, usa jî dora yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê, usa jî bi cûrê rêzolyûsîya, elametîyên navneteweyî, yên derheqa wê yekêda wekî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nikare bikeve bin pirsê. Bêguman, guhartina vê yekê tiştê silavkirinêye.
Lê heger em bêjin,wekî hemû tişt başe û tu qezîya tune, ezê usa nevêjim. Min tenê gotîye, wekî niha eyan nîne ku dora Ermenîstanê berevbûnên eskera hene yan na. Gerekê wê yekê jî hesab hildin, wekî van axirîya telîmên leşkerî, yên azêrîya û tirka pêk hatin û bi wê yekê dîyare, wekî halê sertî li herêmê heye”,- Arşakyan gotîye.







