H’emû nûçeSereke

Şerê li Gazayê dikare berfireh bibe, heta ku ŞAY jî hêza xwe ya mezin bikar bîne: Safrastyan

Belê, îhtîmal heye ku şerê li Gazayê berfireh bibe, lê ji alîyê din ve meriv dikare bibêje ku navendên girîng yên hêzê yên cîhanê, welatên girîng yên Rojhilata Navîn, “Hêzbolah” bi şer ji qadên ku lê opêrasyonên leşkerî lê diqewimin, derkevin. Derheqa wê yekêda tirkzan Rûbên Safrastyan di bernameya “Faktora Hêz” ya NEWS.am ê ra behsa vê yekê kir.

“Ev hêvîyê dide ku emê vî şerî bi rêve bibin. Her çend, bê guman, meylên pir eşkere hene ku heger pêşbikevin, dikarin bibin sedema opêrasyonên leşkerî yên bi rastî mezin yên ku dê hejmarek welatên Rojhilata Navîn beşdar bibin.

Hêzbolah di vir de roleke sereke dilîze. Eger Hêzbolah biryar bide ku tevlî operasyonên leşkerî bibe, ji alîyekî ve hêzeke leşkerî ya cidî ye û ji alîyê din ve jî bi têgihiştina min dê bibe sedema ku agirê şer derbasî welatên din bibe. Îsrayêl wê dest bi êrîşên rast li ser axa Libnanê bike.Û nayê dûrxistin ku Îran jî di çarçoveya giştî ya van êrîşan de cih bigire”,- ewî got.

Safrastyan anî ziman ku ev hê jî bijardeya herî baş e, ji ber ku heger operasyonên leşkerî yên mezin dest pê bikin, wê demê îhtîmal heye ku Ştatên Yekbûyî wê hêza mezin ya ku aniye rojhilatê Behra Sipî û her wiha fîloya wê jî bi kar bîne, li kendava Farisî. “Ew dê bibe sedema encamên pir giran ji bo herêmê”,- ewî got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button