H’emû nûçeSereke

Serokwezîr endamên koma dostîyê, ya parlamêntên Êstonîyayê û Ermenîstanê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr endamên koma dostîyê, ya parlamêntên Êstonîyayê û Ermenîstanê, bi serokatîya Matî Raydmay qebûl kirîye.

Serokwezîr hevkarîya tevî Êstonîyayê, çawa ya di navbera hukumatada, usa jî ya di navbera parlamêntada girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî seredanên dualî alî berfirehkirin û qewînkirina tevgirêdana dike.

Xeberdan derheqa sîyaseta Adirbêcanêye paqijkirinên êtnîkîda, ya dijî 100 000 î zêdetir ermenîyên Qerebaxê, halê hûmanîtarî û gavên hukumata Ermenîstanêda çûye. Nava wê yekêda piştgirîya civaka navnteweyî girîng hatîye hesabê.

Fikir dora hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û pirsên  herêmîye mayînda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button