H’emû nûçeSereke

Sohbeta Ermenîstanê bi Fransayê re berdewam e û wê usa jî bimîne: Mîrzoyan

Hevkarîya Ermenîstanê  Fransîyayê re wê bidomîne.

Bi ragîhandina “Armênpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotûbêjên destpêkê yên projeya bûdceya dewletê, li civîna hevpar ya komîtêyên daîmî yên  bona sala 2024 a got .

“Bê guman, em ê bi hevalên xwe yên din re, mînak, bi Fransîyaye re, hevkariya pir sektorî bidomînin. Serdanên hevdu yên rayedarên payebilind hertim pêk tên. Hevdîtin berdewam e û wê berdewam be”,- Mîrzoyan got.

Ermenistan dê têkilîyên xwe yên bi Yekîtîya Avropayê re kûr dike. Wezîr bi taybetî bal kişand ser rola mîsyona Yekîtîya Avropayê di aramî û ewlehîya sînorên Ermenistanê de heya niha. Mîrzoyan got: “Em bi awayekî demkî platformên nû yên hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re, rêgezên nû, bo nimûne dîyaloga sîyasî û ewlehîyê destnîşan dikin.

Çarçoveya peymana hevkarîya berferehda erk hene ku divê hem ji alîyê Ermenîstanê û hem jî ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve bên bicihanîn. Di vê çarçoveyê de wezîr destpêkirina dîyaloga serbestîya vîzayê bi bîr anî.

Bi heman awayî Ermenîstan girîngîyê dide têkilîyên xwe yên bi Ştatên Yekbûyîra, bi hevkarên xwe yên kevneşop Rûsyayê re, ku pêwendîya wê ya pir sêktorî heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button