H’emû nûçeSereke

Yektîya Avropayê tevî Ermenîstanê têkilîyên  diha bi qewîn û kûr dibîne: Bêrbok

Yekîtîya Avropayê tevî Ermenîstanê têkilîyên diha qewîn û kûr dibîne. Li gorî  ragîhandina “Armênpress” ê, wezîra Almanyayêye karên der Analêna Bêrbokê li civîna çapementyê ya li Yêrêvanê ya piştî hevdîtina bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ra, li ser daxuyanîya serokwezîr Nîkol Paşînyan ya li parlamênta Avropayê ya ku gotibû ku Ermenîstan amadeye ewqas têkilîyên bi Yektîya Avropayêra bike heta ku Yektîya Avropayê jêra amade be.

Li gotina wê, Ermenistan û Almanya di vî warî de fikrên xwe diguherînin û ji bo hevkarîyê derfetên mezin hene.

“Em ji nêzîk ve fikirên xwe diguherînin û ji bo hevkarîyê derfetên pir mezintir hene. Di van demên dijwar yên gêopolîtîkîda, pir girîng e ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de peyma aştîyê bê girêdan, ku dê bibe sedema aştîyê li herêmê”,-Bêrbokê got û serda zêde kir, wekî di vê rewşê de bi taybetî jî têkilîyên aborî dikarin hîn zêdetir kûr bibin, evê jî bibe  ji bo hêsankirina rêjîma vîzeyê.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button