H’emû nûçeSereke
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der wextê hemcivîna sîyaseta hemcîhanî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û girîngîya wê raber kirîye

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan beşdarî civîna sîyaseta hemcîhanî bûye, ya ku li Abû Dabîyê pêk hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Wextê gotûbêjkirina pêşkêşî herêma Avrasîyayê, cîgirê wezîr derheqa sîyaseta Ermenîstanêye derda, cedandinên hukumata Ermenîstanêye tevî cînara raber kirîye.
Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê çûye.
Kostanyan usa jî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û derheqa girîngîya wêda raber kirîye. Nava axaftina xweda ewî usa jî derheqa pêwîstîya parastina mafên penaberên ji Qerebaxê bîr anîye.







