SerekeSîyasî

Îsrayêl dikare bi destî Adirbêcanê bona Têhranê qezîyayê raberke: parlamêntvanê îranî

Li Îranê xemgînî heye wekî Îsrayêl dikare bi destî Adirbêcanê bona Têhranê qezîyayê raberke, bona ku guhdarîya Têhranê ji têma Gazayê û Rojhilata Navîn bidine dûrxistinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Îranê Robêrt Bêglaryan gotîye.

Bi gotina wî, amadebûna Îsrayêlêye li Adirbêcanê ewqasî zelale, wekî Îran mecbûrbe bi têksta vekirî eşaretîyê bide Bekûyê.

Bêglaryan wekilandîye, wekî amadebûna Îsrayêylêye li Adirbêcanê bona Îranê û aşîtîya li herêmê qezîyaye.

“Ew pêşezan, tevî kîjana min qise kirîye, difikirin wekî sîyaseta Ermenîstanêye der ya rêgîyonalîzmêye. Diqewime hema Têhran jî Ermenîstanê mecbûr dike ku sîyaseta wî cûreyî pêşda bibe”,- parlamêntvan gotîye.

Bi qîmtkirina wî, Îran û Ermenîstan rûyê vî halê pêşdahatîda bûne tifaqdarên tebyetî.

“Feqet, ji alîyê van pêwandîyada dijware meriv bêje, ku pêşerojêda Ermenîstanê xeta çawa bibijêre. Bona Îranê, nava 30 salên dawîda Ermenîstan hevkara wêye here amine”,- Bêglaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button