H’emû nûçeSereke

Azêrî têrorê hindava binelîyên bajarê nêzîkî Moskvayê Pûtîlovoyê mîyaser dikin: “Rîbar”

Herroj bûyarên girêdayî mîgranta û binelîyên cîhva dibqewimin. Niha jî komeke xorta, hîmlî azêrîya, hindava binelîyên bajarê Pûtîlovoyê mîyaser dikin. Derheqa wê yekêda kanala Telegramê ye “Rîbar” ê nivîsîye.

Ew li mekteba bi alên Adirbêcanê û Tirkîyayêva digerin, gefa li hemûya dixun. Nava wêneyekîda jî nîşana koma “Bozkûrt” ê dîyare.

Em bîr bînin wekî “Bozkûrt” yan jî “Gurên gewir” organîzeya tirkîye, ya ku îdêolojîya pantûrkîzmê belav dike. Endamên vê komê hêvîdarin wekî “Tûrana mezin” careke mayîn radibe. Ew dibêjin, wekî ew li Sûrîyayê beşdarî lêxistina teyara rûsîye li Sûrîyayê, ya sala 2015 a bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button