H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bona tunekirina  mîrata ermenîye li Qerebaxê û girtina nevsên fermî gunehkare: serokbajara Parîzê

Serokbajara Parîzê Ann Îdalgoyê mîkrobloga xweye X ê da derheqa gotûbêjkirinên dozgerê serekeyî berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Okampoda  nivîsîye.

Ewê bi taybetî nivîsîye: “Li Ermenîstanê trajêdî berdewam dibe: Adirbêcan bona girtina nevsên Qerebaxêye fermî û tunekirina mîrata ermenîye li Qerebaxê gunehkare.Mecala min hebû, ku ez tevî dozgerê serekeyî berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Okampo halê li Qerebaxê gotûbêj bikim.

Fikirên me tevî cangorîya, malbetên wan, 100 000 penabera û girtîyên sîyasîne.10 ê kanûnê, girêdayî roja mafên mêrivra, ezê welatvanîya Parîzêye hurmetlî teslîmî wekîlên Qerebaxê bikim. Parîz usa jî bang dike ku hemû dîlên ji alîyê Adirbêcanêda girtî, aza bêne berdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button