Bi mîlyarda pere nava şerada tên xebitandinê, lê bona aşîtîyê tu tişt: gotûbêjkirina pirsa Qerebaxê li Bryûsêlê
Berî hemcivîna pêşkêşî Qerebaxê, ya li parlamênta Avropayê, li Bryûsêlê prêss-konfêrans pêk hatîye.
Prêss-konfêrans dozgerê serekeyî berê, yê mehkema navnteweyî Lûîs Okampo, hîmdara înstîtûta Lêmkîn Vîktorîya Masîmînoyê û Garnîk Kêrkonyanê hiqûqzan derbaz kirine.
Armanca prêss-konfêransêye hîmlî gotûbêjkirina bûyarên li Qerebaxê, yên piştî şerê sala 2020 î bûye.
Lûîs Okampo nava axaftina xweda gotîye, wekî sala 2023 a bona mîyaserkirina komkujîya bûye wedê mecala wê yekê. “Bi mîlyarda pere nava şerada tên xebitandinê, lê bona aşîtîyê tu tişt”,- Okampo gotîye û serda zêde kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê gerekê diha bi cûrê berk nêzîkî van bûyarabe.
Dozgerê berê careke mayîn bîr anîye, wekî hemû encamên Yekîtîya Avropayê, encamên konvênsîya derheqa komkujîyêdanin û ew borcdarin pêşîya hemû komkujîya bigrin.