H’emû nûçeSereke
Birîyara mehkema Bekûyê dijî hemû normaye: berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Birîyara mehkema Bekûyê dijî hemû normaye, nava wanda usa jî dijî mafê hûmanîtarî.
Li gorî ragîhandina “Aromênprêss” ê derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê nivîsîye, ya ku derheqa binelîyê Qerebaxêyî 68 salîda daye dîyarkirinê, çimkî mehkema Bekûyê cezayê girtina 15 sala daye wî merivî.
“Nenihêrî wê yekê, wekî gunehkarkirina wan ya neraste, binelîyê Qerebaxêyî 68 salî hatîye mehkemekirinê û cezayê girtina 15 sala stendîye. Em dibêjin, wekî ew yek dijî her normekêye, nava wanda usa jî dijî mafê hûmanîtarî”,- ewê nivîsîye.







