H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê ji hemûya zêdetir kevir û hesinên qîmetlû dane deranînê: bahê wan eşîya ji mîlyardekî zêdetir bûye

Nava neh mehên sala îsalinda, ji meha çile hetanî meha îlonê bahê pênc mîlîyard 120 mîlyon 624 hezar dolarî eşîya hatîye deranînê. Himberî sala par, ew hejmar bi 44,8 selefîva zêde bûye. Nava van eşîyada cîhê herî mezin kevir û hesinên qîmetlû cîhên xwe girtine. Bona Ermenîstanê sûka here mezin dîsa Rûsîya maye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda komîtêya Ermenîstanêye sosîyolocî ragîhandîye.







