H’emû nûçeSereke
Konyaka ermenî wê li sûka avropî bi nimûna “Armenian brandy” bê raberkirinê: wezîreta êkonomîkayê

Konyaka ermenî wê li sûka avropî bi nimûna “Armenian brandy” bê raberkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina byûcêya dewletê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev birîyar tevî kompanîya ku konyakê çê dike, hatîye qebûlkirinê. Bi gotina wezîr, şêwirdarîyên anegor hatine pêkanînê.
Bi gotina Vahan Kêrobyan, Ermenîstan tevî Yekîtîya Avropayê û bi taybetî tevî Fransîyayê hemû tiştî dike, ku yekîtî bê çêkirinê, kîjanê destûrê bide ku ew konyak bê deranînê.
“Sazkirina sîstêma wî cûreyî pirseke hêsa nîne.Tiştekî dijwarî mayîn jî heye ku kompanîya qayîlbin, ku anegorî normên pêşdakişandî wê konyakê çê bikin”,-wezîr gotîye.







