H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî Lûîs Bono kirîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan şêwirmendê pirsên hevraxeberdanên Qafqasîyayê, hemsedirê koma Mînskêyî amêrîkî Lûîs Bono qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî bayloza Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn amade bûye.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hewcetîyên ji sed hezarî zêdetir penaberên ji Qerebaxê derxistî û cedandinên hukumatêye bona wê yekê hatine gotûbêjkirinê.

Hatîye ragîhandirnê, wekî cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî Lûîs Bono kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button