H’emû nûçeSereke

Wezîrên karên der, yên welatên  G7 ê bangî Adirbêcanê kirine ku ew borcdarîyên xweye girêdayî mafên hûmanîtarîra biqedîne

Wextê hevdîtina wezîrên karên der, yên  G7 welatên mezin, ya li Tokîoyê usa jî encamên bi destê zorê derxistina ermenîyaye ji Qerebaxê hatine gotûbêjkirinê.Wezîra elametî belav kirine, kîjanada hatîye dîyarkirinê:

“Girêdayî encamên hûmanîtarîva, yên ku rûyê bi destê zorê derxistina ermenîyaye ji Qerebaxê pêşda hatine û ew yek ji alîyê Adirbêcanêda hatîye mîyaserkirinê, em xemgînin. Em bangî Adirbêcanê dikin ku ew borcdarîyên xwe, yên girêdayî mafên hûmanîtarîva biqedînin û em cedandinên navneteweyî silav dikin, yên ku bona razîkirina hewcetîyên hûmanîtarî tên pêşdakişandinê. Em derheqa piştgirîya xweda elam dikin, bona ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qewînbûn û aşîtî îzbatbe, ya li ser hîmê nexebitandina qewatê, qedirgirtina serbixwetîyê û yekîtîya têrîtorîya”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button