Li Parîzê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Fransîyayê pêk hatîye

Li sera Yêlîsêyê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron pêk hatîye.
Serokê Fransîyayê bona wefatbûna wekîlê Ermenîstanêyî nava UNESCO ê da, usa jî wekîlê serokwezîrê Ermnîstanê, yê nava organîzeya Frankofonîyayêda, Krîstîyan Têr Stêpanyan serxweşî daye serokwezîrê Ermenîstanê.Êmanûêl Makron careke mayîn derheqa piştgirîya Fransîyayêda, ya bona pêşkeftina Ermenîstanê û altkirina dijwarîya daye dîyarkirinê.
Nîkol Paşînyan bona mêvandarîya germ û bona serxweşîyê razalixî elam kirîye.
Xeberdan derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye. Derheqa girîngîya prînsîpên wextê hevdîtina li Granadayê qebûlkirî, hatîye dîyarkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa penaberên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî û gavên hukumata Ermenîstanêda, yên bona piştgirîya penabera, çûye. Nava wê pirsêda piştgirîya civaka navneteweyî girîng hatîye hesabkirinê.
Pirsên derheqa hevkarîyên nava govekên cuda-cudada hatine gotûbêjkirinê.
Fikir dora aşîtîya herêmî û qewînbûna wê, usa jî hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatine pevguhartinê.







