H’emû nûçeSereke
Niha pêvajoya derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune: cîgirê wezîr
Pêvajoya bona derketina Ermenîstanê ya ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana. Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Ermenîstanê 23 ê mijdarê li Mînskê beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bibe, yan na, cîgirê wezîr gotîye, wekî birîyar hê nehatîye qebûlkirinê.
“Heger birîyar bê qebûlkirinê, derheqa wê yekêda wê elamî civakê bikin”,- Kostanyan gotîye. “Bi têorî em dikarin him beşdarbin û im jî beşdar nebin. Niha pêvajoya derheqa derketina ji organîzeyê nayê gotûbêjkirinê”,- Kostanyan daye dîyarkirinê.