H’emû nûçeSereke

Sîlihên ku bona Ermenîstanê hatibûne cudakirinê, Rûsîyayê şandîye enîya Ûkraînayê: WSJ

Rûsîya dicêribîne motorên helîkoptêrên leşkerî paşda bikire, kîjan ewê berê şandibûne Pakîstanê, Misirê, Bêlarûsê û Brazîlîyayê. Bi vî cûreyî Moskva dixweze kêmasîya sîlihên nava şerê li Ûkraînayê tijîke. Derheqa wê yekêda  The Wall Street Journal ê  nivîsîye.

“Rûsîyayê bi deha sala wede li ser pêşxistina kirîn-frotana sîliha xerc kiribû. Niha  rûs bi cûrê xewile paşda vedigerine cem bikirçîyên xwe û dicêribînin wî hemû tiştî paşda bikirin, kîjan pêşda firotine”,- kanîke înformasîyon ragîhandîye.

Li gorî wan melûmetîya hatîye dîyarkirinê, wekî deshilatdarîya Rûsîyayê berbirî Pakîstanê bûye, ku çar motorên helîkoptêrên leşkerî paşda bînin.Feqet wezîreta Pakîstanêye karên der wê yekê înkar dike.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Rûsîyayê sîlihên bona Hindistanê û Ermenîstanê şandîye Ûkraînayê. Hema wê ajansê jî ragîhandîye, wekî Ermenîstanê ji wan sîliha beşeke biçûk stendîye. Nava encamên wê yekêda li cem hêzên ermenî kêmasîya sîliha hebû, dema ku Adirbêcanê Qerebax dagir kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button