Tişta ku piştî êrîşa Adirbêcanê li Qerebaxê qewimî, cûreyeke jênosîdêye: hevpeyvîna Lûîs Morêno Okampo

Dozgerê berê yê dadgeha cezayê navneteweyî Lûîs Morêno Okampo, di wê bawerîyê de ye ku dewlet bi qestî xetereya jênosîdê paşguh dikin da ku berpirsîyarîya pêşîlêgirtina wan negirin.
Morêno Okampo di gotûbêja bi nûçegihanê “Armenprêss” ê re li Bryûsêlê, dîyar kir ku koçkirina bi destê zorê li Qerebaxê piştî êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê jî cûreyek jênosîdê ye û tekez kir ku jênosîd ne tenê komkujî ye.
Birêz Okampo,We 7 ê tebaxê de nêrîna xwe raberî serokê Komarê Qerebaxê kir û pişt re jî dorpêçkirina tam ya li ser Qerebaxê wek jênosîd nirxand. Ji bo pêşîgirtina li karesata tê wê demê çi pêvajo dikare bê destpêkirin?
Rapor girîng bû ji ber ku me raya giştî çêkir. Lê belê dewlet tiştekî ecêvmayî dikin. Ew bi qestî gefa jênosîdê paşguh dikin, da ku ji mecbûrîyeta pêşîlêgirtina jênosîdê dûr bikevin, eve ya ku em pê hatin. Di esasê xwe de me dît ku dewlet hewl didin ji peyva jênosîdê dûr bikevin. Dema ku Kongreya Amêrîkayê rapora min girt û dest bi çalakîyê kir jî, wezîreta karên der ya Amêrîkayê wê demê bêyî ku behsa jênosîdê bike, got ku ew ê di asta navneteweyî de Qerebaxê biparêzin. Lê pir dereng bû. Gotin û piştî sê rojan Elîyêv êrîş kir.
Hûn tiştên piştî 19 ê îlonê qewimîn çawa şîrove dikin? Usa tê kifşê ku gelek dema ku dibêjin jênosîd tenê komkujîyekê dihizirin. Lê di nava çend rojan de zêdetirî sed hezar kesî, her tişt li pey xwe hiştin, welatê xwe terikandin.
Her wiha li gorî xala 2 a ya peymana jênosîdê (ji bo endamekî komê zerareke cidî ya laşî yan jî derûnî dide) jênosîd e. Raporek nû ya Xûan Mêndêsî heye ku dibêje rastîya ku 100,000 kes derketine zirara psîkolojîk nîşan dide ji ber ku wan her tişt li dû xwe hiştine. Ji ber vê jî cûreyek jênosîdê ye, jênosîd ne tenê kuştin e. Belê, kuştin ne mezin bû, lê zerareke derûnî heye: hemû civak ji welatê xwe derketin.
Ji bo parastina mafên gelê Qerebaxê çi mêxanîzmayên qanûnî hene ku karibe bixebite û we vegerandina mafên van kesan li gorî pîvanên navneteweyî çiqasî rêalîst dibînin?
Ez difikirim ku niha girîng e ku Fransîya pêşengîya vê pirsgirêkê dike. Dewleteke girîng e ku rojevê derdixe pêş û divê em ji bo vê têbikoşin. Divê em ji bo rêzgirtin li mafên gel têbikoşin, ji ber ku gel ne li wir be jî xwedîyê wê erd û milkê ye, lewma divê em rêzê li mafên wan bigirin. Û ez başbûn û azadkirina rehîneyan wek karekî din dihesibînim. Li Adirbêcanê 53 girtî hene. Pirsgirêk ew e ku hiqûqa navneteweyî bi vî rengî naxebite ku, wek nimûne, kesek bîsîklêta we dizîne, hûn dikarin biçin polîs û biçin dadgehê. Na, tiştekî wiha tune. Dadgeha me ya edaletê ya navnetewî heye, belkî ji bo dewletan, û dadgeha cezayê ya navnetewî jî heye ku kesan bişopîne. Pêvajoya yasayî ya azadkirina wan kesan ne hêsan e, lê divê em proseyê di warê sîyasî de pêş bixin. Ji ber vê yekê ev konfêrans (heta konferansa li ser pirsgirêka Qerebaxê ya li parlamentoya Ewropayê) girîng bû.
Hûn rêftarên civaka navdewletî çawa dinirxînin, civaka navdewletî dikaribû çi bikira ku nekiribû û bêçalakî bû sedema vê encamê?
Belê, ev pirsgirêk e, têkçûn e. Ji ber ku cîhan ne xwedîyê sazîyên cîhanî ye. Esas sazîya serbixwe ya cîhanî tenê dadgeha cezayê ya navnetewî ye û bes e. Ev têrê nake. Bifikirin welatek ku tenê dadgehek, bê hukumet û sîstêmek sîyasî heye. Ji ber vê yekê divê Ermenîstan di çareserkirina pirsgirêkê de cih bigire. Ji ber vê yekê jî hevdîtinên bi vî rengî, nîqaşên bi serkirdeyên sîyasî re li ser tiştên ku ew dikarin bikin, divê em bikin. Ermenistan nîşan dide ku ne tenê xwe, şaristanî jî di bin xetereyê de ye û lewma ermenî ne bi tenê ne. Lê Ermenîstanê girîng e. Ermenîstan li hemû cîhanê xwedî civakeke pir girîng e. Ew hêzek bêhempa ye ku we heye û em dikarin wê bikar bînin.
Hin nakokî hene ku ji yên din bêtir balê dikişînin. Bifikirin ku hemû zarok ne zarok in, hemû jin jî ne jin in. Raveya we ji bo vê dualîbûnê çi ye?
Welê hûn dizanin, dirêjahiya bala medyayê tenê 6 deqe ye. Ew normal e. Jenosîda Darfûrê pêşî di medyayê de bû, paşê bihara ereban hat, paşê Lîbya, paşê Sûriya, paşê Rûsyîya, êzdî, paşê Rohinca. Her dem pevçûnek nû heye ku têkçûna nakokiya berê vedigire. Û ji ber vê yekê îsal, sala 2023, em bûn şahidê pênc qirkirinan. Niha dema rastkirina wê ye. Rastiya ku civaka ermenî û civaka cihû pir belav bûne, bi rastî dikare vê rewşê biguherîne. Ez têdigihim ku ji bo civaka ermenî demek pir dijwar e, êrîş li ser Ermenîstanê jî mimkûn in, lê divê hûn fêm bikin ku ger hûn dev ji şer berdin hûn qet bi ser nakevin. Ji ber vê yekê divê hûn şer bikin û hûn ne tenê ne.







