H’emû nûçeSereke
Adam Şîf projeya nû raberî kongrêsa ŞAY kirîye, bi kîjanê dew tê kirinê ku Adirbêcan dîlên ermenî aza berde

Kongrêsmênê Ştatên Yekibûyî Adam Şîf proje raber kirîye, bi kîjanê dewê dikin ku Adirbêcan dîlên ermenîye leşkerî û usa jî nevsên sîvîl, nava wanda nevsên Qerebaxêye fermî aza berdin, yên ku bi neqanûnî meha îlonêda, wextê paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, ji alîyê Adirbêcanêda hatine girtinê.
Proje bangî serokatîya Ştatên Yekbûyî dike, ku dijî Adirbêcanê, dijî wan nevsên wane fermî sanksîya bidine xebatê, yên ku bona girtinên neqanûnî, zêrandina û kuştina cabdarin.
Proje usa jî bangên kongrêsê diwekilîne, bi kîjana hatîye gotinê, ku piştgirîya leşkerî nedine Adirbêcanê.
Proje usa jî girtinên serokatîya Qerebaxêye dawî û berê gunehkar dike.







