H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê li hemcivîna Parîzê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye  

Qafqasîya Başûr hewca aşîtîyêye, li kîderê hemû welat bi sînorên vekirî dijîn, hevva bi êkonomîkî, sîyasî, pêwandîyên çandîva girêdayîne.Bêyî vekirina rêyên transportê çareserkirina vî hemû tiştî wê dijwarbe û bi hesabhildana wê yekê, hukumata Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina “Hemcivîna aşîtîyêye şeşemîn” gotîye û daye dîyarkirinê, wekî bi wê projeya raberkirî welatên herêmê, nava wanda Adiribêcan, Ermenîstan û Tirkîya, bernama qewînkirina pêwandîyên bi rêyên hesinî, bi rêyên mayîn û bi progiramên cuda-cudaye.

“Çawa ku hûn zanin, niha rêyên ku bixebitin, tunene, ne tevî Tirkîyayê, ne jî tevî Adirbêcanê.Em pêşnîyar dikin ku wî halî biguhêrin.Projeya me wê usa jî karê bide Gurcistanê û Îranê, usa jî pêwandîyên tevî Adirbêdcanê û Tirkîyayê wê bêne qewînkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button