Sûdmendê manîpûlasyona mijara “Korîdora Zengezûrê” Rûsya ye: pispor

Her çend Bakû û Enqere bi berdewamî radigihînin ku planên di derbarê “Korîdora Zengezûrê” de hatine guhertin jî, firsendê ji dest nadin ku behsa wê bikin. Ya dawîn ji wan daxuyanîya Moskva bû ku sazîya parastina sînor ya fêdêral ya Rûsyayê dê li ser rêyên Ermenîstanê kontrol bike. Ne tenê Yêrêvanê, Bakûyê jî bersiva daxuyanîya Zaxarovayê da.
Pisporê navneteweyî Davît Karapetyan wê bawerîyê de ye ku sûdmendê manîpûlekirina mijara bi navê “Korîdora Zangezûrê” Rûsya ye. Ji Rûsyayê dîsa li ser rîya ku Adirbêcanê bi Nexçevanê ve girêdide axivîn û serokê Adirbêcanê jî fersend girt û bersiva pirsê da. Pisporê navneteweyî di vê mijarê de behsa daxuyaniya 9 ê mijdarê şaş dibîne.
“Her çend em qebûl bikin ku divê bi rêya FSB ya Rûsyayê ve kontrol hebe, lê heger sînorê dewletek bê derbazkirin û axa dewleteke din wekî transît bê bikaranîn, divîyabû bi zelalî ev yek bihata nîşandan. Ev yek nayê behskirin, ku hem Rûsya û hem jî Adirbêcanê sedemê spêkûlasyonê dide. Rayedarên komara Ermenîstanê bi awayekî rast daxwaz dikin ku ev hemû li gor qanûnên gumrik û bacê yên Komara Ermenîstanê bên kirin. FSB ya Rûsyayê dikare kontrolê bide, lê heger derbasî başûrê herêma Syûnîkê bibe, divê li beşa bi navê Narnazor nuqteyeke kontrolê bê danîn. Bi gotineke din, di vê mijarê de bûye mijara spêkûlasyonê. Dema ku em tenê behsa daxuyanîya 9 ê mijdarê dikin bêaqilî derdikeve holê”.
Pisporê navneteweyî Davît Karapetyan eşkere dike ku bi daxuyaniya 9 ê mijdarê re ne mimkûne ku hemû şert û mercên hiqûqî li ber çavan bên girtin, her wiha pirseke zelal dipirse ka çima weke mînak korîdora Laçînê li gorî bendên 9 ê mijdarê hatîye girtin, ne ku divîyabû hêzên aştîparêz yên rûsî derbasbûna Laçînê mîsoger bikin
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan eşkere kir ku “Komara Ermenîstanê bi tu belgeyan tu sînordarkirina serwerîya xwe qebûl nekirîye û kontrola welatekî sêyemîn jî li ser tu beşekî ji axa wê ya serwerî nayê danîn”.
Berî vê ronîkirina Ararat Mîrzoyan, nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê ragihandibû, ku wek berê, Rûsya amade ye ji bo rakirina bloka peywendîyên navçeyî, di nav de li ser bingeha daxuyaniyên sêalî yên bilind, piştgirî bide 9 ê mijdara sala 2020 î, 11 ê çileya sala 2021 êda hatin pejirandin. Li gorî Zaxarovayê, di wan de rola Rûsyayê bi zelalî hatîye tomarkirin li gorî peymanên sêalî, kontrolkirina ragîhandina veguhestinê di navbera Adirbêcanê û herêma xweser ya Nexçêvanê de dê ji hêla servîsa parastina sînor ya fêdêral ya Rûsyayê ve bê kirin”.
Ev elametî serokkomarê Adirbêcanê jî xemsar nehişt. Wî behsa hevdîtina bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî re kir û dîyar kir ku Yêrêvan ev 3 salin ku erkên xwe pêk nayîne û rê nade Nexçêvanê.
Wî her wiha ragihand ku Têhran û Bakûyê li ser rîya çêkirina rêya hesinî û otobanê li beravên Araksê li hev kirine.
“Raîsî çend car gotîye ku li ser heman prînsîpa serwerîyê derfetê dide û derbazbûna beşên Nexçêvan û Adirbêcana Rojava di nav axa welatê xwe de, li gor yasayên welatê xwe mîsoger dike. Heta li ser pira Araksê du piran jî çêdikin da ku guhastina kargoyê bi leztir bikin”.
Îranzan Janna Vardanyan peymana azêrîya-îranîya ya li ser lihevkirina rêya beravên Araksê bi mebesta Têhranê ku daxwaza derbazbûnê ji Ermenîstanê neke rave dike.
“Rêxistina van rêyan di nava axa xwe de ji alîyê Îranê ve weke rêyek ji bo bêbandorkirina “Korîdora Zengezûrê” tê dîtin, lê tevî vê yekê jî, helwesta Adirbêcanê û Tirkîyayê ew e ku dest ji plana çêkirina korîdorê bernadin. Axa Ermenîstanê, ku Îranê gelek caran dijberîya xwe li hember wê nîşan daye”.
Li gorî îranzan, her çend Îran li dijî hebûna korîdorek di nav axa Ermenîstanê de ye, lê ne mimkûne ku di dema êrîşeke Adirbêcanê de, bi liberçavgirtina hebûna nakokîyên Îsraîl û Felestînê, destwerdanê bike, lê li gorî wî, îhtîmal nîne ku Îran bêyî daxwaza Ermenîstanê hewl bide mudaxeleyê bike.







