H’emû nûçeSereke

Xeta sîyasî ya Yektîya Avropayê piştgirîya Ermenîstanê û mezinkirina berxwedana welate: qulixçîye Yekîtîya Avropayê

Xeta sîyasî ya Yekîtîya Avropayê piştgirîya Ermenîstanê û mezinkirina berxwedana welat e. Qulixçîkî derecebilind  yê  şêwira têkilîyên der ya Yektîya Avropayê ev yek di dema brîfîngekê de li konseya Avropayê ya berîya  civîna wezîrên karên der, ya Yektîya Avropayê ku wê 13-14 ê mijdarê li Bryûsêlê bê lidarxistin, got. Pirsa   rojnamevanê “Armênprêss” li Bryûsêlê, Yektîya Avropayê çiqas cidî bi Adirbêcanê re mijûl dibe. Daxwazên axên serokkomar Îlham Elîyêv ji bo axa Ermenîstanê ya serwerî û eger êrîşeke muhtemel ya Adirbaycanê bo ser Ermenîstanê ewê çi gavan bavêje?

“Li gorî agahîyên me, peymana aştîyê li ser maseya mûzakereyê ye û pêwîst e em li ser wê hevkarîyê bikin. Ez vê rastîyê bilind dinirxînim ku serokwezîrê Ermenîstanê yekîtîya axa Adirbêcanê nas kir. Serokkomarê Adirbêcanê jî yekparçeyîya axa Ermenistanê nas kir û Yektîya Avropayê hêvîyên mezin ji bo vê heye. Gelek pirsgirêk hene: girtî, sînor, lê em dixwazin mijarên ku hîn li ser maseyê ne, ku hîn jî mijara nakokîyên di navbera herdu welatan de ne, binirxînin. Xeta me ya sîyasî piştgirîkirina Ermenîstanê ye, mezinkirina berxwedana Ermenîstana ku di bin zextên giran yên Rûsyayê de ye û ya ku em dixwazin eve”.

Berpirsê qulixçîyê derecebilind, yê kar  û barê peywendîyên derve yê Yektîya Avropayê amaje bi wê yekê kir ku civata wezîrên derve yên Yektîya Avropayê dê li ser peywendîyên Ermenistanê û Adirbêcanê gotûbêj bike û tekez kir, ku rêkeftina aştîyê di navbera her du welatan de, ji alîyê ewlehîya Avropayê ve faktoreke giringe.  Rayedar her wiha destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke yên gotûbêjê dê piştgirîkirina Ermenîstanê be ku piştî şer lawaz bûye, lê ji bo li ser rêya demokratîk bimîne têkoşîna xwe didomîne.

Li ser pirsa  rojnamevanê “Armenprêss” ê, gelo mijara berfirehkirina desthilatên şandeya çavdêrîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê tê gotûbêjkirin yan na, gelo ev dê ji alîyê wî ve tê çi wateyê? “Em dixwazin di vî warî de xebatên xwe bidomînin, em dixwazin heta ku dibe bila bibe bawerî bi ermenîyan bînin. Em dixwazin bi awayekî bi bandor mîsyonên piştgiriya sîyasî li Ermenîstanê belav bikin. Em li hundur li ser vê yekê nîqaşan dikin û ez hêvî dikim ku em ê di demek nêz de bi rayedarên Ermenistanê re biaxivin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button