H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê û Moldovayê dereca dêmokratîyayê bilind bûye: Sîma Şah

Seroka qîmetkirina pêvajoyên dêmokratîk, ya înstîtûta navneteweyîye li Stokholmê Sîma Şahê elam kirîye, wekî li Avropayê merkezên zêdebûna dêmokrasîyayê pêşda hatine û wî alîda meriv dikare Moldovayê, Ermenîstanê û Slovênîyayê başqeke, li kîderê ew pêvajo bi dînamîkî pêşda diçin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Sîma Şahê wextê hevpeyvîna tevî Euronews ê gotîye.
Ewê gotîye wekî Ermenîstan dikeve nava cêrga wan welata, li kîderê dereca dêmokratîyayê bilind bûye. Ewê usa jî derheqa Moldovayê û Slovênîyayêda xeberdaye.







