H’emû nûçeSereke

Parlamênta Ermenîstanê wê civîna payîzê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye parlamêntîyê li cem xwe qebûlke

Ji 18 a hetanî 20 ê mijdarê  parlamênta Ermenîstanê wê civîna payîzê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye parlamêntîyê li cem xwe qebûlke.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda ji parlamênta Ermenîstanê elam kirine.

Ermenîstanê 13 ê hezîranê ji navê serokê parlamênta Ermenîstanê bi namê berbirî serokê organîzeyê bibû û elam kiribû, wekî parlamênta Ermenîstanê amadeye civîna payîzê li Yêrêvanê bide derbazkirinê.

Nêzîkî 300 dêlêgatên ji 57 welata wê li Ermenîstanê bi mêvandarî bên qebûlkirinê.Pirsên derheqa halê li Qafqasîya Başûr wê bêne gotûbêjkirinê.Usa jî hevdîtinên dualî têra tên dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button