H’emû nûçeSereke

Şêwira Yekîtîya Avropayê, ya pêwandîyên der gerekê derheqa piştgirîya xweye hindava serbixwetîya Ermenîstanê û Yekîtîya têrîtorîyayên wê îzbatke: Kolonna /vîdyo/

Ew yek girînge wekî  ew şêwira pêwandîyên der derheqa piştgirîya xweda ya hindava serbixwetîya Ermenîstanê û Yekîtîya têrîtorîyayên wê bi mîsîya avropî û fonda Avropayêye aşîtîyê îzbatke. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der Kêtrîn Kolonnayê wextê hevdîtina wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der, gotîye.

Ewê usa jî bang kirîye ku mîsîya Avropayêye li Ermenîstanê bidine qewatkirinê.

Şêwira wezîrên karên der, ya Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê, bi serokatîya Jozêp Borêl bûyarên van axirîyaye girêdayî Ermenîstanê û Adirbêcanêva, wê gotûbêj bike.

Li gorî malpera Şêwira Avropayêye fermî, gotûbêjkirin wê derheqa bûyarên li Qerebaxêbe û hêvîdarin, wekî usa jî rêyên berfirehkirina mîsîya Avropayêye li Ermenîstanê wê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button