H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê beşdarî vekirina pêşengeha avîyasîyon, ya li Dûbayê bûye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan 13 ê mijdarê beşdarî vekirina pêşengeha avîyasîyon, ya li Dûbayê bûye.
Derheqa wê yekêda wezîr rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.
“Nava çarçoveya seredana xebatêda, ya li Yektîya Mîrtîyên Ereba, bi teglîfkirina serokwezîr, wezîrê parastinê, serokê Dûbayê Mehmed Bîn Reşîd Al Maktûm ez li Dûbayê beşdarî vekirina pêşengeha avîyasîyon bûme”,- Papîkyan nivîsîye û serda zêde kirîye wekî piştî heytehola vekirinê, ew li salonên kompanîyayên navneteweyî qesidîye û nasîya xwe daye eşîyayên wan.







