H’emû nûçeSereke
Wezîreta Ermenîstanêye parastinê derheqa stendina sîlihên fransîda înformasîya belav kirîye

Nava kanalên Têlêgramêda înformasîya û wêne tên belavêkirinê, li gorî kîjanê tê dîyarkirinê, wekî ji alîyê Fransîyayêda têknîka leşkerî dişînine Ermenîstanê.Hatîye gotinê, wekî gelek maşînên zirihkirî, yên pirfûnksîyonal û dezgehên bona wan têradîtî şandine Ermenîstanê.
Factor.am ê hîvî ji berdevkê wezîreta Ermenîstanêye parastinê kirîye, ku van înformasîyona şirove bikin.
“Xêncî elametîyên fermî, yên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêda ez niha nikarim tu înformasîyonên başqe raberkim”,-berdevkê wezîreta parastinê Aram Torosyan gotîye.
Em bîr bînin wekî Yêrêvanê û Parîzê nava goveka parastinêda peymana derheha hevkarîyêda 23 ê cotmehê îmze kirine.







