Yekîtîya Avropayê derheqa encamên pêpeskirina serbixwetîya Ermenîstanê eşaretî daye Adirbêcanê

Şêwira wezîra, ya karên der rêyên piştgirîya bona qewînkirina hevkarîya tevî Ermenîstanê û desthilatdarîya bi rîya dêmokratîk hilbijartî, pirsên ewlehkarîyê û berdewama werguhastinên li welêt gotûbêj kirîye. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên sîyasîya der û ewlehkarîyê, Jozêp Borêl wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Me birîyar kirîye ku mîsîya li Ermenîstanê bidine qewatkirinê, qulixçîya zêdekin.Emê piştgirîya bona Ermenîstanê lêkolînkin û cûrê azakirina rêjîma vîzayêye bona Ermenîstanê lê binihêrin.
“Em gerekê wextê cêribandina tevlîhevkirinên li Ermenîstanê hişyarbin.Banga me jî bona Adirbêcanê ewe, wekî her teribandineke dijî serbixwetî û yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê wê tiştên qebûlkirinê nîbin û encamên wê yekêye giran wê hebin”,- cabdarê sîyaseta Avropayêye karên der gotîye.
Ewî bang kirîye ku hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda li ser hîmê xebata serokê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl destpêkin.
“Pêwîste ku peymana aşîtîyê bê morkirinê û em borcdarin rola xwe berdewam bikin”,- Borêl gotîye.







