H’emû nûçeSereke
Alîkarîya Yekîtîya Avropayêye bona Ermenîstanê wê bê guhartinê: Arman Yêgoyan
Bi gotina alîkarê Yekîtîya Avropayê gerekê fem bikin ku li Ermenîstanê hejmara dîtindara wê zêdebe û wedê mayîna wan wê bê dirêjkirinê. Derheqa wê yekê Arman Yêgoyanê parlamêntvan gotîye rojnamevana.
Bi gotina wî, nava çarçoveya mandatêda guhartin wê hebin. “Feqet ew hemû pirs li Yekîtîya Avropayê tên helkirinê û ew bi hûrgilî haj pê hene”,- ewî gotîye.
Piştî birîyara anegor, hejmara dîtindarên avropî wê nava çend hevtîyada zêdebe.
Bi gotina Yêgoyan xêncî wê yekê hevkarî wê bê berfirehkirinê.