H’emû nûçeSereke

Arman Yêgoyan derheqa beşdarnebûna Nîkol Paşînyanê serokwezîr, ya li civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, xeberdaye

Serokê komîsîya pirsên întêgrasîya avropî Arman Yêgoyan derheqa beşdarnebûna Nîkol Paşînyanê serokwezîr, ya li civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, xeberdaye.

Wextê qisa tevî rojnamevana, ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo Ermenîstan berbi qerimandina pêwandîyên tevî organîzeyê diçe, yan na.

“Me derheqa şuxulkarîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda tabîya xwe daye dîyarkirinê û piştî wê yekê sîyaseta me ya anegore.

Eva îdî çend salin, ku ji sala 2021 ê destpêkirî, êrîş tên ser axa Ermenîstanê û piştî wê yekê em berbirî organîzeyê bûne, lê me gelek cara bersiv nestendîye û me jî tabîya xwe derheqa şuxulkarîya wê sîstêmêda daye dîyarkirinê”,-Yêgoyan gotîye.

Bi gotina wî, pirsgirêkên organîzeyê tenê pirsgirêkên Ermenîstanêva girêdayî nînin.“Me pirsgirêkên girêdayî şuxulkarîya sîstêmêva bi dengê bilind dane dîyarkirinê”,- Yêgoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button