H’emû nûçeSereke

Hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayê wê berdewambe: Arman Yêgoyan

Hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayê wê berdewambe.Derheqa wê yekêda Arman Yêgoyanê parlamêntvan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava wê yekêda tu tiştekî neqanûnî tune û ew hevkarî dijî hevraxeberdana nîne. Yêgoyan gotîye, wekî her welatek eskerê xwe bi xwestina xwe dide sîlihkirinê.

“Çawa Adirbêcan eskerê xwe dide sîlihkirinê, ji hevkarên xwe sîliha dikire, usa jî em ji hevkarên xwe sîliha û têknîka leşkerî dikirin.Bona peymana aşîtîyê tiştekî girîng jî ewe, ku li herêmê balansa sîyasî û leşkerî-têknîkî bê sazkirinê”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button