
Nava doranên bona qebûlkirina welatîyên Îraqêye ji qampa Sûrîyayêye Al Xolê nêzîkî 200 malbetî / 776 meriv/, paşda vegerîyane Îraqê. Derheqa wê yekêda çapemenîya îraqî daye dîyarkirinê.
Qampa Al-Xolê bin kontrola kurdên bakûr-rojhilatê Sûrîyayêdane, li kîderê nêzîkî 50 hezar merivî dijîn, nava wanda malbetên endamên DAÎŞ ê û penaber. Li Al-Xolê nêzîkî 10 hezar wekîlên ji 60 miletî hene.







