H’emû nûçeSereke

Li Qerebaxê çend deh  ermenî mane: komîtêya xaçê Sor

Komên xebatê, yên komîtêya xaçê Sor li Qerebaxê dîsa malbetên ermenîya diqesidin, yên ku li wir mane.Wekîla dêlêgasîya xaçê Sor Zara Amatûnîyê daye dîyarkirinê, wekî niha dijware hejmarên konkrêt derheqa ermenîyên li wir mayî raberkin, lê gilî derheqa çend deh ermenîyadane.

“Dema ku piranîya ermenîya ji Qerebaxê cîguhastî Ermenîstanê bû, komên me cîda tevî wan meriva destpê kirin bixebitin, yên ku bi menîyên cûre-cûre li wir mane, yan jî nikaribûne derkevin. Merivên ku nikaribûne  derkevin, organîzeya me piştgirî daye wana.Gilî derheqa 50 merivîdane.Ewana ew merivin, yên ku bi fîzîkî nikarin derkevin û pirsên wane tendurustîyê hene.Me usa jî alî wan meriva kirîye, ku bi têlefona û vîdyoyê tevi merivên xweye li Ermenîstanê bêne girêdanê.  Ew merivên ku xwestine  li Qerebaxê bimînin, ji alîyê komên meda hatine piştgirtinê”,- Zara Amatûnîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button