Pêrspêktîvên Ermenîstanêye bona azakirina rêjîma vîzayêye tevî Yekîtîya Avropayê yên başin: Arman Yêgoyan
Bi fikira min, pêrspêktîvên Ermenîstanêye bona azakirina rêjîma vîzayêye tevî Yekîtîya Avropayê yên başin.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pirsên întêgrasîya avropî Arman Yêgoyan gotîye rojnamevana.
Ewî serda zêde kirîye, wekî tabîya piranîya welatên Yekîtîya Avropayê çi cûreîye û haj ji hevraxeberdanên tevî du welata heye, yên ku bersiv nedane.
Parlamêntvan daye zelalkirinê, wekî wekîlê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl derheqa destpêkirina dîyaloa dora azakirina rêjîma vîzayê xeberdaye. “Berî destpêkirina dîyalogê, dema ku pirsên têknîkî tên gotûbêjkirinê, pêvajo dighîje dawîya xwe. Nava dîroka Yekîtîya Avropayêda tu cara tiştê usa neqewimîye ku dîyalog destpêbe, lê bi înkarkirinê ser hevda bê”,- ewî gotîye.
Bi fikira wî birîyara Yekîtîya Avropayê ya sîyasîye, nêzîkbûnên standart tunene, rîsk û mecal tên qîmetkirinê û derheqa welatekî konkrêtda birîyar tê qebûlkirinê.
“Vî alîda bona me mecalên baş hene.Wextê dîyaloga tevî Gurcistanê û Moldovayê, pêvajoyê du sala kişand. Piranîya gavên pêwîst hatine avîtinê û bona me ew yek dikare hindik wede bikişîne”,- Yêgoyan gotîye.