H’emû nûçeSereke

Pêvajo ji cî dileqe: cîgirê wezîrê karên der derheqa birîyara Yekîtîya Avropayêda, ya derheqa destpêkirina hevraxeberdanên dora azakirina rêjîma vîzayê

Ermenîstan birîyara şêwira wezîra, ya Yekîtîya Avropayêye karên der, ya dora azakirina rêjîma vîzayêye tevî Ermenîstanê silav dike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan gotîye rojnamevana.

Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî pirsa zakirina rêjîma vîzayê nava rojeva Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda pirseke here girane.“Birîyara şêwira wezîrên karên der, ya Yekîtîya Avropayê derheqa destpêkirina hevraxeberdanadabû.Pêvajo ji cî leqîyaye.Ew yek girînge ku tu welatek dijî wê yekê derneketîye, çimkî çareserkirina wê konsêsûsê girane. Ev yek pêşkeftine û emê tevî Yekîtîya Avropayê û welatên wêye endam bi aktîvî bixebitin, bona ku ew pêvajo bê lezêxistinê”,- Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button