H’emû nûçeSereke
Qewatkirina karebûnên dîtindarên Yekîtîya Avropayê wê qewînbûna li ser sînorên me bide zêdekirinê: wezîrê karên der
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan derheqa wê birîyara şêwira wezîrên karên der, ya Yekîtîya Avropayê xeberdaye, bi kîjanê hatîye gotinê, ku mîsîya dîtindarîyêye li Ermenîstanê bidine berfirehkirinê.
Wextê qisa tevî rojnamevana, Parûyr Hovhannîsyan daye dîyarkirinê, wekî pirsa brfirehkirina mîsîyayê li Yekîtîya Avropayê dihate gotûbêjkirinê. “Birîyar heye ku hejmara dîtindara bidine zêdekirinê û karebûnên wan bidine qewatkirinê, bi saya kîjana ewê xebatên diha aktîv mîyaserkin, raportên anegor rabrî Bryûsêlê bikin û ew yek jî wê qewînbûna sînorên me bide zêdekirinê”,- Hovhannîsyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî hê eyan nîne ku hejmara dîtindarên Avropayê wê bi çiqasîva zêdebe.