H’emû nûçeSereke

“Xaçerêya aşîtîyê nava karê girêdana başûr-bakûrra û rojavayê-rojhilatêra dikare roleke girîng bilîze”: Mîrzoyan

Îzbatbûna dîyaloga stratêcî, ya di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda nava pêwandîyên dualîda cîhekî nûye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Londonê gotîye.

“Ev yek nava pêwandîyên dualîda cîhekî nûye, kîjan çarçoveya berfireh dide bona qewînkirina hevkarîya nava govekên girîng.Bi saya dîyaloga stratêcî, em careke mayîn îzbat dikin ku emê tevî Brîtanîya Mezin bixebitin. Rêyeke dirêj heye, kîjanêra  gerekê em derbazbin û ew yek ji vir destpê dibe.Em dicedînin hevkarîya dualî  zêdetir başkin. Qayîlnivîsara  ku gerekê bê îmzekirinê, wê hîmê hiqûqî bide bilindkirina pêwandîyaye li asteke nû”,- Mîrzoyan gotîye.

“Em bi razîbûn cedandinên Brîtanîyayê qebûl dikin û roja îroyîn Ermenîstan û Brîtanîya Mezin bi hevrane.Em dîsa guhdarîyê didine ser aşîtîya li herêmê û mecalên îzbatbûna hevkarîyê. Nava vê hemtêkstêda, serokwezîrê Ermenîstanê van axirîya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye û ew dikare roleke mezin nava karê girêdana bakûr-başûrra û rojavayê-rojhilatêda bilîze.

Ez hêvîdarim, wekî em dikarin alî aşîtîyê û heqîtîyê bikin”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button