H’emû nûçeSereke

Em nava karê altkirina pirsgirêkada li rex Ermenîstanêne: Başar Al Esed gotîye cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê

Dêlêgasîya bi serkarîya cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan rastî serokê Sûrîyayê Başar Al Esed hatîye.

Cîgirê serokê parlamêntê bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan pêwandîyên dostîyêye tevî Sûrîyayê bilind qîmet dike û derheqa ola ermenîye li Sûrîyayê xeberdaye.Xeberdan usa jî derheqa krîzeya li Sûrîyayê çûye, wextê kîjanê cîgirê serokê parlamêntê gotîye, wekî Ermenîstan hema ji roja ewlinda jî bona kara helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil û bi parastina serbixwetîya Sûrîyayê, aşîtî û ewlehkarîya wê pêşda hatîye.

Cîgirê serokê parlamêntê bi hêvîdarî gotîye, wekî hevkarîya dualî girînge û potênsîyala wêye mezin heye.

Serokê Sûrîyayê pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Sûryayêda bilind qîmet kirîye û derheqa rola ermenîyaye li Sûrîyayê, ya nava pirsa pêşxistina govekên çandê, êkonomîkayê û yên mayînda xeberdaye.

“Sûrîya ermenîya çawa beşeke dewleta xwe, civaka xwe û sîstêma qîmetîya hesab dike.Pirsgirêkên Ermenîstanê bona me yên xerîb nînin  û em nava karê altkirina pirsgirêkada li rex Ermenîstanêne”,- Başar Al Esed gotîye.

Ewî hevkarîya di navbera parlamêntada girîng hesab kirîye, ya ku li ser asta bilind bûye û nava pêşxistina hevkarîya di navbera herdu welatada roleke mezin dilîze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button