Ermenîstan û Adirbêcan dikarin pêşeroja xwe ji çarçoveya Rûsîyayê û Îranê der çêkin: dêpartamênta ŞAY
Bi emirkirina sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî em raporteke zelal amade dikin derheqa wê yekêda, ku li Qerebaxê ne tenê van roja, lê mehên derbazbûyîda çi qewimîye.Derheqa wê yekêda cîgirê sêkrêtarê byûroya pirsên Avropayê û Avrasîyayê Cêyms O Brayên li kongirêsê gotîye.
“Xêncî lêkolînerên me, usa jî lêkolînerên serbest dixebitin. Piştî amadekirina raportê, emê wan fikira belavkin. Derheqa wededa ez nikarim bêjim.Alîyê xebata meye mayîn piştgirîya bona Ermenîstanêye.
Nava çend salên dawîda ez tevî hukumata Ermenîstanê xebitîme û ez ji wan cedandina zendegirtî mame, wekî hukumata Ermenîstanê cedandina dide xebatê, ku nava cêrge govekada pêwandîyên xwe bide dîvêrsîfîkasîyakirinê. Em borcdarin alî cimeta ermenî bikin, ku ew vî halê dijwar altke û alî wan bikin ku ew pêşeroja gulvedayî çêkin.
Alîyê mayîn îmzekirina peymana aşîtîyêye.
Me kirinên Adirbêcanê gunehkar kirine û emê dora rêzolyûsîya 907 a ra derbaz nebin, çimkî hal wî cûreyî maye. Gelo aşîtî bona çi niha girînge, berî her tiştî ew bona êkonomîkayê girînge.Asîya Navîn bona eşîyayên xwe rêyên nû digere.Ew rê dikarin nava Ermenîstanêra derbazbin.Me gotîye, wekî xebitandina qewatê tiştê qebûlkirinê nîne û korîdora tranzît wê bi beşdarbûn û qayîlîya Ermenîstanê bê çêkirinê, bi saya kîjanê bona welatên herêmê aktîvîya êkonomîkî wê hebe.
Heger korîdor bi xebitandina qewatê, yan jî bi beşdarbûna Îranê bê vekirinê, wî çaxî dijîderketina qewat wê hebe û ewê negihîje açixîyê.Pirsa mayîn bijartina Ermenîstanê û Adirbêcanêye, ku pêşerojêda pêwandîyên wane çi cûreyî ewê bixwezin. Gelo ew dixwezin pêşeroja xwe dora lîstikçîyên herêmê, Rûsîyayê û Îranê, çêkin? Bi fikira min ew yek ne tiştekî qewîne. Niha mecala wan heye bijartineke başqe bikin”,-Cêyms O Brayên gotîye.