H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê tu cara sîlihên xweparastinêye xebitandî dest neyne: Andranîk Koçaryan

Byûcêya sala 2024 a dikare çawa byûcêya ewlehkarîyê bê lênihêrandinê. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya sala 2024 a, serokê komîsîya parlamêntê, ya ewlehkarîyê Andranîk Koçaryan gotîye.

“Wezîrê fînansa  derheqa 555 mîlyard diramîda got, yê ku ji xercên sala 2023 a zêdetire, lê li vir gelekî girîng bû, wekî wextê beşa derdadayî sîstêma wêye derheqa sîlihada hate gotûbêjkirinê”,- Koçaryan gotîye.

“Wextê civîna komîsîyayêye derdadayî pirsên sîliha hatine gotûbêjkirinê, yên ku tenê bona xweparastinêne.

Xêncî wê yekê, wekî ew sîlih wê yê xweparastinêbin, ew gerekê yê nûbin. Ermenîstanê tu cara sîlihên xweparastinêye xebitandî dest neyne”,- Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button