Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv naxweze zona cabdarîya xwe li Ermenîstanê bide dîyarkirinê: serokwezîr
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bersiva borcdarîyên xwe, ya bona ewlehkarîya Ermenîstanê nedaye û ew yek çend cara wekilîye.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa Agnêsa Xamoyane parlamêntvan daye, ku bona çi Ermenîstan naxweze beşdarî hevdîtinên Organîzeya Ewlehkarîya Kolêktîv û yên Hevalbendîya Welatên Serbest bibe û gelo dixweze ji organîzeyê derkeve, yan na.
Çawa bersiva wan pirsa, serokwezîr gotîye, wekî Ermenîstan ji wan hevdîtina paşda nasekine, lê qirar dike bi menîyên cûre-cûre beşdarî wan hevdîtina nebe.
“Çi ku derheqa wê pirsêdane, ku em menîya digrin ku ji organîzeyê derkevin, ez bêjim, wekî usa nîne, çimkî ew yek yan heye, yan tuneye.
We pirseke usa jî da, ku bi sîstêma ewlehkarîyêye çi cûreyî em xebitîne.
Girêdayî pêvajoyên organîzeyêva û usa jî tabîya meva, tiştê herî girîng ewe, wekî mixabin Organîzeya Ewlehkarîya Kolêktîv bersiva borcdarîyên xweye hindava Ermenîstanê nedaye û ew yek çend cara wekilîye. Em bi qedir nêzîkî hemû hevkarên xwe dibin. Bona civaka me jî femdarî nîne ku bo çi her car diçin û wan tişta diwekilînin, tu bersivekê nastînin û paşda tên”,- Paşînyan gotîye.